Tirkiyeyê bertek nîşanî DYAyê da

Aksoy: "Bi nav bilêvnekirina YPG û bikaranîna dirêjekên PKKê yên li Sûriyeyê li şûna wê, ev ji bo meqamên DYAyê ku hevkariyên xwe yên digel rêxistina terorê venaşêre hewla nixumandina helwestan wan a nahiqûqî ye"

Tirkiyeyê bertek nîşanî DYAyê da

Berdevkê Wezareta Karê Derve Hamî Aksoy derbarê Raporta Terorîzmê ya 2018 ya DYAyê got, "Bi nav bilêvnekirina YPG û bikaranîna dirêjekên PKKê yên li Sûriyeyê li şûna wê, ev ji bo meqamên DYAyê ku hevkariyên xwe yên digel rêxistina terorê venaşêre hewla nixumandina helwestan wan a nahiqûqî ye."

Aksoy biniviskî bersiva Raporta Terorîzmê ya 2018 ya DYAyê da û destnîşan kir ku di raporta navborî ya Wezareta Karê Derve ya DYAyêde Tirkiye bûye rûbirûyê tehdîda terorên weke DEAŞ û PKKê.

Herwiha Aksoy ragihand ku di raportê de bal kişandine ser wê yekê ku Tirkiye bi awayekê çalak li dijî rêxistinên terorê sekiniye û piştgirî daye planên navneteweyî yên weke Koalisyona Navneteweyî ya Têkoşîna Dijî DEAŞê.

Aksoy wiha pê de çû:

"Bi nav bilêvnekirina YPG û bikaranîna dirêjekên PKKê yên li Sûriyeyê li şûna wê, ev ji bo meqamên DYAyê ku hevkariyên xwe yên digel rêxistina terorê venaşêre hewla nixumandina helwestan wan a nahiqûqî ye."

AA

Dîroka nûkirinê: 07 Mijdar 2019, 17:54
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE