Tirkiyeyê bertek nîşanî xebatên Îsraîlê yên çêkirina avahiyên dereqanûnî da

Wezaretê der barê mijarê da daxuyaniyeke nivîskî weşand û got Îsraîl li herêma dervayî bicihbûnê ya dereqanûnî ya nêzîkî bajarê Ramallahê ya li Şerîeya Rojava ji bo 350 avahiyan çêbike merasima xîmdanînê kir.

Tirkiyeyê bertek nîşanî xebatên Îsraîlê yên çêkirina avahiyên dereqanûnî da

Wezareta Karên Derva ya Tirkiyeyê bertek nîşanî xebatên Îsraîlê yên ji bo çêkirina avahiyên dereqanûnî da.

Wezaretê der barê mijarê da daxuyaniyeke nivîskî weşand û got Îsraîl li herêma dervayî bicihbûnê ya dereqanûnî ya nêzîkî bajarê Ramallahê ya li Şerîeya Rojava ji bo 350 avahiyan çêbike merasima xîmdanînê kir.

Hat gotin li Xezeyê êş û keder hê dewam dike û di heyameke wiha da xebateke wisa acizkirin e û nîşan dide ku Îsraîlê ji bûyerên qewimîn tu ders hilnedaye.

Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Em tevgerên Îsraîlê yên dereqanûnî qebûl nakin. Divê Îsraîl ji van tevger û polîtîkayên xwe yên hiqûqa navneteweyî binpê dike berpirsyar bê nîşandan."

Îsraîlê li herêma dervayî bicihbûnê ya dereqanûnî ya nêzîkî bajarê Ramallahê ya li Şerîeya Rojava ji bo 350 avahiyan çêbike merasima xîmdanînê li dar xistibû.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE