Tirkiyeyê bertek nîşanî Yewnanistanê da

Berdevkê Wezareta Karên Derva Hamî Aksoy: "Sepana 'polîtîkaya nehildana koçberan' û binpêkirina mafên van kesan a Yewnanistan û welatên ku li ser rêya koçberan in, ne însanî ye"

Tirkiyeyê bertek nîşanî Yewnanistanê da

Berdevkê Wezareta Karên Derva Hamî Aksoy diyar kir, sepana "polîtîkaya nehildana koçberan" û binpêkirina mafên van kesan a Yewnanistan û welatên ku li ser rêya koçberan in, ne însanî ye û bangî hikûmeta Yewnanistanê kir ku dawiyê li paşveşandina koçberan a ya bi awayê dijî hiqûqa navneteweyî bîne, li dijî koçberan çekê nexebitîne û miemeleya deremirovî li wan neke.

Aksoy li ser pirsa der heqê daxuyaniyên ser Tirkiyeyê yên Serokwezîrê Yewnanistanê Kiryakos Miçotakis da bersiva nivîskî da.

Aksoy diyar kir, daxuyaniyên "bê talih û bê bingeh" ên Serokwezîr Miçotakis mînaka dawîn a operasyonên "herifandina rastiyan" a Yewnanistanê ye, bi saya tevdîrên ku Tirkiyeyê hildan, li gor krîza koçê ya 2015an ku 850 hezar koçberên bêdestûr derbasî Ewropayê bûn, ev derbasbûn ji sedî 94 kêm bûne.

Aksoy got, "Sepana 'polîtîkaya nehildana koçberan' û binpêkirina mafên van kesan a Yewnanistan û welatên ku li ser rêya koçberan in, ne însanî ye. Yewnanistan û welatên ku ji koçê muzdarîb in, di serî da divê li welatên ku meriv jê koç dikin, hewl bidin û sedemên koçê ji holê rakin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE