Tirkiyeyê bi tundî Îsraîlê şermezar kir

Tirkiyeyê ji ber ku li Qudsa Rojhilat ya dagirkirî malên Filistinayan xera dike bi tundî Îsraîl şermezar kir.

Tirkiyeyê bi tundî Îsraîlê şermezar kir

Tirkiyeyê ji ber ku li Qudsa Rojhilat ya dagirkirî malên Filistinayan xera dike bi tundî Îsraîl şermezar kir.

Wezareta Karên Derva di daxuyaniya xwe ya nivîskî da wiha got: "Îsraîl li Qudsa Rojhilat ku dagir kiriye malên hin Filistinayan xera dike û ev jî nîşaneyeke nû ya polîtîkayên êrîşkar û dagirker yên Îsraîlê ne. Em tevgerên wiha ku pê demografiya Qudsê tên guherandin bi tundî şermezar dikin."

Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ev zirarê dide vizyona çareseriya dudewletî û divê ev tevgerên nemeşrû demildest bisekinin û wiha hat gotin: "Em bangî civaka navneteweyî dikin ku xwedî li statuya dîrokî û hiqûqî ya Qudsê derkevin û ji bona parastina heqên gelê Filistînê gav biavêjin."

AA

Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE