Tirkiyeyê dayikên Diyarbekirê tenê nehişt

Ji bo dayikên Diyarbekirê yên ji bo ku bigihêjin zarokên xwe yên revandine serê çiyê ji 3yê îlonê va li ber derê avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê çalakiya rûniştinê dikin ji çar aliyê Tirkiyeyê piştgirî hat

Tirkiyeyê dayikên Diyarbekirê tenê nehişt

Tirkiyedayikên ji bo ku bigihêjin zarokên xwe yên revandina sere çiyê li ber dere avahiya Serokatiya Bajêr a Tirkiyeyê çalakiya rûniştinê dikin tene nehişt.

Dayik Hacîre Akar di 22yê tebaxê da li Diyarbekirê li ber derê Serokatiya Bajêr a HDPya berpirsyar dibîne ku kurê wê revandine serê çiyê çalakiya rûniştinê da destpêkirin. Dayik Akar di 24ê tebaxê da gihaşt kurê xwe. Dayik Akar bi têkoşîna xwe ya biryardar di encama çalakiya xwe da di 24ê tebaxê da gihaşt kurê xwe.
Têkoşîna ku dayika Hacîreyê ji bo kurê xwe da ji bo dayikên ku heman êşê dikşînin ra bû mînak. Fevziye Çetînkaya, Remziye Akkoyun û Ayşegul Bîçerê jî têkoşîna Akarê mînak hildan û di 3ê îlonê da çalakiya rûniştinê dan destpêkirin û beşdarî her ku çû zêde bû.

Herî dawî Hatîce Ceylana k udi 8ê cotmehê da dest bi çalakiya rûniştinê kirbû di 10ê kanûna pêşîn da gihaşt kurê xwe Caferê ku 4 sal bere revandibûn çiyê û ev yek jî ji bo dayikên ku dile wan bi hesreta ewladê wan dişewite bû moral.

- Hemû aliyên civakê piştgirî dan dayikan

Hemû Tirkiyeyê denge dayikên ku tekane daxwaza wan gihaştina zarokên wan e bihîst.

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di her firsendê da piştgiriya xwe ya ji bo dayikên Diyarbekirê anî ziman. Digel Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu, Wezîra Malbat, Xebat û Xizmetên Civakî Zehra Zumrut Selçuk, endamê Parlementoya Ewropayê (PE) Tomas Zdechovsky û balyozan di serî da siyasetmedar, hunermend, rojnamevan, nivîskar, werzişvan, nûnerên saziyên civakî yên sivîl, rîspî, mela, malbatên şehîd û xaziyan, esnaf, mixtar, mamoste û kesên li dervayî welêt dijîn ji her aliye civakê nêzî 5 hezar kesî dayik ziyaret kirin.

Di ziyaretan da piştgirî dan dayikan, carna dia hatin kirin carna jî hestewarî çêbû, hêstir hatin barandin.

- Camîeya hûnere li ba dayikan bû

Hulya Koçyîgît, Muazzez Ersoy, Gulben Ergen, Yavuz Bîngol, Hasan Kaçan, Cengîz Kurtoglu, Ahmet Yenîlmez, Bahadir Yenîşehîrlîoglu û Hanîfî Koç jî din av da gelek hunermend û lîstikvan bi ziyaretên xwe guh dan denge dayikan û gotin hêviya me ew e ku hûn bigihêjin zarokên xwe.

- Rojnamevan û nivîskarên jin piştgirî da dayikan

Halîme Kokçe, Gulcan Tezcan, Nagehan Alçi, Fadîme Ozkan, Denîz Kîlîslîoglu, Betul Soysal Bozdogan, Zeynep Turkoglu, Sevîl Nuriyeva, Meryem Îlayda Atlas, Nûnera Enqereyê ya ATVyê Şebnem Bursali, Nûnera Enqereyê ya Înternet Haberê Hatîce Kubra jî din av da rojnamevan, , nivîskar û pêşkêşvanên televîzyonê bi malbatan ra hevdîtin kirin, guhdariya wan kirin û piştgirî dan malbatan.

- Piştgiriya saziyên civakî yên sivîl dewam kir

Memur-Sen, Komeleya 15ê Tîrmehê, Weqfa Ciwanan ya Tirkiyeyê (TUGVA), Komeleya Demokrasî û Jinan (KADEM), Komeleya Demokrasî û Mafên Mirovan a Navneteweyî, Saziya Wekhevî û Mafên Mirovan a Tirkiyeyê, Komeleya Weşangerên Anadoluyê, Komeleya Hiqûqnasan û gelek saziyên civakî yên sivîl ji roja ewil vir va piştgiriyê didin çalakiya rûniştinê.

- Malbatên şehîdan jî dayik ziyaret kirin

Saadet Varanka jina şehîd Prof. Dr. İlhan Varank a endama Komeleya 15ê Tîrmehê ye, xwîşka wê Ayşe Arslanturk, Muteber Ayabaka diya Mahîr Ayabak, Zehra Çobana qîza Askerî Çoban, hemşîre Yıldız Namdara mêrê wê hatibû şehîdkirin û gelek eqrebayên şehîdan jî dayik ziyaret kirin û piştgiriya xwe nîşanî wan dan.

Endamên Komeleya Dayikên Srebrenitsayê yên ku zarokên wan di komkujiya 11ê Tîrmeha 1995an da li Srebrenitsaya bajarê Bosna-Hersekê hatine şehîdkirin jî hatin cem dayikan.

- Ji Ewropayê piştgirî

Endamê Parlamentoya Ewropayê (PE) Tomas Zdechovsky, hevraportotê Tirkiyeyê yê Komîsyona Kontrolê ya Rêvebiriyên Herêmî yê Konseya Ewropayê Jakob Wienen û Yoomî Renstrom, Balyozê Ukraynayê Andrîî Sybîha, Balyozê Îngiltereyê Domînîck John Chîlcott û Balyozê Hindistanê Sanjay Bhattacharyya jî di nav da heyeteke ji balyozên 9 welatan pêk tê dayik ziyaret kirin.

Ji Almanya, Fransa, Belçîka, Hollanda, Swîsre û Avusturyayê gelek kesên li xurbetê ne jî bi dayikan ra hevdîtin kirin.

- "Piştgirî çiqas zêde bibe em bêtir xurt dibin"

Suheyla Demira ji Agiriyê hat Diyarbekirê ku qîza wê ya 5 sal berê revandine çiyê bêê dîtin bi dergûşa xwe ya sal û nîvekê va beşdarî çalakiyê bû.

Demirê ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand helek kes hatine ziyareta wan û wiha axivî: "Ez spasiya her kesê ku di rojeke wiha da li cem me bûn dikim. Ev nîşan dide ku em dest didin hev. Pirsgirêkeke Tirk û Kurdan tune. Yên ku zarokên me revandin ev pirsgirêk derxistin holê. Em bira ne, li bin heman alayê da dijîn."

Demirê ji hemû kesên ziyaret kirin ra sipas kir û xwest ku piştgirî û ziyaret dewam bikin.

Demirê wiha got: "Bi piştgiriyan em hêzdar dibin. Em dixwazin ku her kes piştgiriyê bide me, em zarên xwe yên ciwan ji destê wan zaliman xilas bikin. Em biryardar in, hetanî ku ewladên xwe hilnedin jî em ê ranebin. Em ê ewladên xwe ji wan bistînin û wisa herin."

- "Em ê bi hev ra vê pirsgirêkê çareser bikin"

Songul Altintaşa dayîk ji bo piştgiriya ku didin ji hemû Tirkiyeyê ra sipas kir û diyar kir ku bi saya piştgiriyê hetanî nika çalakiya xwe domandin.

Altintaşê got, "Dema gelê me tê ziyareta me em ji rastiya çalakiya xwe emîn dibin." û wiha pê da çû:

"Dême em li ser rastiyê ne, tişta rast dikin, li navnîşana rast in. HDPyê zarên me revandin, zarên me nade. Gelê me û hunermendan piştgirî dan. Xwedê ji kesên hatin razî be. Ziyaretê quwet da me, em rûgeş kirin, bû hêvî. Bi îzna Xwedê em ê bi hev ra vê çareser bikin, PKKyê xilas bikin, ewladên xwe bistînin."

- "Em ji gelê Tirkiyeyê ra sipas dikin"

Suleyman Aydinê ji bo Ozkan Aydinê kurê xwe yê 4 sal berê di 15 saliya xwe da hatibû revandin beşdarî çalakiyê bû jî diyar kir ku piştgiriya didin wan her ku diçe mezin dibe.

Aydin wiha axivî: "Bi vê piştgiriyê hêviya me zêde bû. Em ji hemû gelê Tirkiyeyê yê piştgirî da me ra sipas dikin. Em bi tenê nehîştin, êşa me parve kirin."

Aydin bi taybetî ji malbatên şehîdan ra sipas kir got rihma Xwedê li şehîdan be û wha pê da çû: "Em biryardar in ku bi piştgiriya tê dayîn va çalakiya xwe bidomînin. Em hetanî zarên xwe ji HDPyê nestînin di ciyekî da naçin."

Celîl Begdaşê bav jî diyar kir ku sekna li bendê zehf zor e lêbelê piştgiriyên tên dayîn quwet û moralê didin.

Begdaş li benda piştgiriya her kesî ne û wiha axivî: "Dibe ku bi saya van ziyaretan me çalakî hetanî îro domand, quwet hilda. Kesên nehatin jî ku piştgiriyê bidin me ew ê tiştên baş bibin. Heke piştgirî hebe zarên me ew ê vegerin. Bira 20 hezar, 50 hezar kes were. Hema bira werin û piştgiriyê bidin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE