Vîrusa koronayê ya bi tîpa nû (Kovîd-19) di meha 29ê Çileya Pêşîn a 2019an da li Wuhana bajarê Çînê derket holê ku piştî demekê Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê (RTD) ev şewb wek pandemî îlan kir. Piştî ku vîrus li dinyayê belav bû hin welatên di qada tenduristiyê da pêş neketine û ji hêla alavên tibî va tengasiyê dikşînin ji welatên din alîkariya tibî xwestin ku yek ji wan jî Tirkiye ye.
Heta niha ji sedî zêdetir welatan ji Tirkiyeyê alîkariya alavên tibî xwest ku Tirkiyeyê destê alîkariyê dirêjî van welatan kir.
Tirkiyeyê li gor hêz û derfetên xwe ji gelek welatan ra alîkariya tibî şand û bi vê tevgera xwe va ji gelek welatan ra jî bû mînakeke baş.
Ji bo ku rê li ber şewba vîrusa koronayê ya nû bê girtin Tirkiyeyê bi destê rêvebiriya Serokomariyê, Serokatiya Ajansa Hevkarî û Kordinasyona Tirkan (TÎKA), Wezareta Parastina Neteweyî (WPN) û saziyên xwe yên din hin welatan ra maske, berçevk, tulim, kîta vîrusê tespît dike, lepik, alavên medîkal, alavên paqijiyê û tiştên din ên tibî şand.
- Tirkiyeyê destê alîkariyê dirêj kir
Di çarçoveya têkoşîna dijî şewba Kovîd-19ê da Tirkiyeyê ji hin welatan ra alîkarî şand ku ji wan welatan jê hinek ev in; Îtalya, Îspanya, Îngiltere, Îsraîl, Filistîn, Ermenistan, Macaristan, Karadag, Sirbistan, Bosna Hersek, Kosova, Azerbaycan, Gurcistan, Moldova, Lesotho, Somalî, Kolombiya, Iraq, Lubnan, Makedonyaya Bakur, Pakistan û Qeter.
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û rayedarên Tirkiyeyê bi Serok û rayedarên dewletên din ra her tim têkilî danîn û hewl dan ku di çarçoveya têkoşîna dijî şewba Kovîd-19ê da gavên hevpar bên avêtin û rê li ber vê nexweşiyê bê girtin.
AA