Tirkiyeyê hişyarî da Birêvebiriya Rûman a Qibrîsa Başûr

Berdevkê Wezareta Karên Derva Aksoy got ku "Em cardin hişyarî didin nikarin ku xwe bispêrin ruhsatên bêhikm ên Birêvebiriya Rûman a Qibrîsa Başûr ku li peravên Tirkan xebateke lêgerîna hîdrokarbonê bikin."

Tirkiyeyê hişyarî da Birêvebiriya Rûman a Qibrîsa Başûr

Berdevkê Wezareta Karên Derva Hamî Aksoy der barê peymana ku Birêvebiriya Rûman a Qibrîsa Başûr (BRQB) ji bo sehaya ruhsatê ya bi 7 nimre bi şirketên navneteweyî ra kir got ku "Em cardin hişyarî didin nikarin ku xwe bispêrin ruhsatên bêhikm ên Birêvebiriya Rûman a Qibrîsa Başûr ku li peravên Tirkan xebateke lêgerîna hîdrokarbonê bikin."

Berdevk Aksoy bersiva pirsa nivîska ya der barê nûçeyên dibêjin ku BRQByê ji bo sehaya ruhsatê ya qaşo ya bi 7 nimreyî bi şirketên navneteweyî ra li hev kiriye da.

Aksoy nûçeyên dibêjin ku BRQByê ji bo parsêla herêma aboriyê ya munhasir a qaşo ya bi 7 nimreyî ya ku Tirkên Qibrîsê yên ku li ser temamiya Girava Qibrîsê mafên wan hene tune dihesibîne û sînordar kiryiye bi Totala Fransiz û ENIya Îtalyan ra peyman îmze kiriye destnîşan kirin û nirxandina "BRQB digel hemû hişyariyên me nîşan dide ku biryardariya me ya di vê mijarê da îdraq nekiriye."

Aksoy got ku "Beşeke sehaya ruhsatê ya qaşo ya bi 7 nimreyî wekî ku me berê niha çendî caran anî ziman û bi raya giştî ya navneteweyî ra parve kir di nav peravên welatê me ye ku di nezdê Neteweyên Yekbûyî (NY) da jî hatiye qeydkirin." û wiha axivî:

"Em cardin hişyarî didin nikarin ku xwe bispêrin ruhsatên bêhikm ên Birêvebiriya Rûman a Qibrîsa Başûr ku li peravên Tirkan xebateke lêgerîna hîdrokarbonê bikin."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE