Tirkiyeyê ji bo bûyerên li Beyrûtê bangawaziya îtîdalê li aliyan kir

Di daxuyaniya nivîskî ya Wezaretê de hevxemî ji ber gulebarana dijî xwepêşaneran ji aliiyê kesên endiyar ve hat ziman.

Tirkiyeyê ji bo bûyerên li Beyrûtê bangawaziya îtîdalê li aliyan kir

Wezareta Karê Derve derbarê bûyera ku dema li Beyrûta paytexta Lubnanê piştevanên Hîzbullah û Tevgera Emelê dimeşiyan Qesra Edaletê hatin gullebarankirin, wiha got, "Ji bo ku careke din bûyerên bi vî rengî çênebin, em bangawaziyê li hemî aliyên Lubnanî dikin ku bi eqlê selîm tev bigerin û ji bûyerên tundiyê dûr bin."

Di daxuyaniya nivîskî ya Wezaretê de hevxemî ji ber gulebarana dijî xwepêşaneran ji aliiyê kesên endiyar ve hat ziman.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

"Em hêvî dikin bi zûirîn demê berpirsên vê bûyerê bên girtin û derkevin hember edaletê û ji bo ku careke din bûyerên bi vî rengî çênebin, em bangawaziyê li hemî aliyên Lubnanî dikin ku bi eqlê selîm tev bigerin û ji bûyerên tundiyê dûr bin."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE