Tirkiyeyê ji bo "perwerdeya keçikan" bangawazî li Efxanîstanê kir

Tirkiyeyê ji bo "perwerdeya keçikan" bangawazî li Efxanîstanê kir

Wezareta Karên Derve bangawazî li Efxanistanê kir ku sînordarkirina li ser perwerdeya keçikan a dibistanên navendî de bê rakirin û îzin bê dayin di her temenî de keçik perwerdeyê bistînin.

Di daxuyaniya Wezaretê de wiha hat gotin, "Li Efxanistanê îro serdema nû ya sala xwendinê destpê kir, lê mixabin sînordarkirina li ser perwerdeya keçikan a dibistanên navendî didome."

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di serdema nû ya sala xwendinê de keçik jî di nav de domandina perwerdeya xwendekaran hêviya beşa mezin a gelê Efxanistanê ye.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin, "Em bangawaziyê li Hikûmeta Berwext a Efxanîstanê dikin ji bo berjewendiya gelê Efxan bila îzin bê dayin keçik di her temenê de bikaribin perwerdeyê bistînin. Emê bi berdewamî piştevanê gelê Efxan bin."


AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE