Tirkiyeyê ji bo "seyahata Bolîvyayê" hişyarî da

Li Bolîvyayê di 20ê cotmehê da hilbijartina serokatiyê hat kirin û piştî hilbijartinê li hin bajarên welêt cî bi cî şîdet jî çêbû û çalakiyên girseyî dest pê kirin.

Tirkiyeyê ji bo "seyahata Bolîvyayê" hişyarî da

Li Bolîvyayê di 20ê cotmehê da hilbijartina serokatiyê hat kirin û piştî hilbijartinê li hin bajarên welêt cî bi cî şîdet jî çêbû û çalakiyên girseyî dest pê kirin. Wezareta Karên Navxweyî jî ji bo welatiyên Tirkiyeyê hişyariya seyahata Bolîvyayê da.

Li ser malpera înternetê ya wezaretê bi sernava "Seba Bolîvyayê Hişyariya Seyahatê" hat weşandin.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku ji ber geşedanên dawîn ên li Bolîvyayê paytext La Paz di serî da li bajarên Potosi, Sucre, Santa Cruz de la Sierra, Cochabamba, El Alto, Oruro û Tarihayê çalakiyên girseyî tên lidarxistin û cî bi cî şîdet jî çêdibe û wiha dewam kir:

"Welatiyên me yên ku li Bolîvyayê dijîn an jî ji bo bazirganî û turîzmê diçin wir an jî çûyîna wir plan dikin, bira ji taxên ku çalakî lê tên lidarxistin dûr bikevin û baldar bin, geşedanan ji çapemeniya herêmî bişopînin û û bi Balyozxaneya me ya La Pazê ra di nav têkiliyê da bin."

AA

Dîroka nûkirinê: 12 Mijdar 2019, 16:39
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE