Tirkiyeyê ji bo têkoşîna dijî Kovîd-19ê alîkariya tibî şand Tunisê

Li ser telîmata Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi serkêşiya Wezareta Tenduristiyê û Wezareta Parastina Neteweyî cîhazên bêhnstendinê, alavên tesbîtkirina nexweşiyê, maske, dezenfektan û lepikên sterîl hatin amadekirin.

Tirkiyeyê ji bo têkoşîna dijî Kovîd-19ê alîkariya tibî şand Tunisê

Tirkiyeyê ji bo têkoşîna dijî Kovîd-19ê alîkariya tibî amade kir ku bişîne Tunisê. Balafira eskerî ya ku tê da melzemeyên alîkariyê heye ji Enqereyê bi rê ket.

Li ser telîmata Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi serkêşiya Wezareta Tenduristiyê û Wezareta Parastina Neteweyî cîhazên bêhnstendinê, alavên tesbîtkirina nexweşiyê, maske, dezenfektan û lepikên sterîl hatin amadekirin.

Melzemeyên alîkariyê li Fermandariya Baregeha Sereke ya Gihandinê ya Esmanî ya 11emîn ya li Etîmesgutê li balafira eskerî ya ku tîpa wê C-130 ye hatin barkirin.

Balafira Artêşa Tirkiyeyê (TSK) rê ket ku here Balafirgeha Navneteweyî ya Kartacayê.

Li ser kolîyên melzemeyan alaya Tirkiyeyê û forsa Serokomariyê hat neqişkirin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE