Tirkiyeyê ji Îngiltereyê ra alikariya tibî şand

Balafira kargoyê ya eskerî ya Tirkiyeyê ku ji ber şewba Kovîd-19ê ji Îngilistanê ra alîkariya tibî dibe ji Enqereyê rabû.

Tirkiyeyê ji Îngiltereyê ra alikariya tibî şand

Balafira kargoyê ya eskerî ya Tirkiyeyê ku ji ber şewba Kovîd-19ê ji Îngilistanê ra alîkariya tibî dibe ji Enqereyê rabû.

Balafira eskerî ya kargoyê ya tijî amûrên tibî ku Tirkiyeyê di çarçoveya hewlên li hemberî şewba vîrusa koronayê ya bi tîpa nû (Kovîd-19ê) Îngiltereyê ra şand, ji Enqereyê rabû.

Li seranserê dinyayê ji welatên ku şewba Kovîd-19 herî zêde lê bi tesîr e yek jî Îngiltere ye û Tirkiyeyê jî bi mebesta alîkariyê jê ra amûrên tibî şand.

Amûrên alîkariyê yên wek maske, maskeya N95an û tilûmên ku Wezareta Tenduristiyê amade kir li Balafirgeha Eskerî ya Etîmesgutê barî balafira kargoyê ya bi tîpa A400Mê kirin.

Li ser amûrên alîkariyê yên di balafirê da bi zimanê Tirkî û Ingilîzî gotina "Li pey bêhêvîbûnê gelek hêvî hene. Li pey tarîtiyê gelek roj hene." ya Mewlana hatin nivîsandin.

Tê plankirin ku sibê jî ji Îngiltereyê ra wek alîkarî amurên tibî bên şandin.

Tirkiyeyê di çarçoveya têkoşîna dijî şewba Kovîd-19ê da ji Îtalya, Spanya, Makedonya, Karadag, Sirbistan, Bosna Hersek û Kosovayê ra jî wek alîkarî amurên tibî şandibû.

Li Îngiltereyê şewba Kovîd-19ê herî kêm bi 65 hezar kesî geriyaye û heta niha 7 hezar û 978 kes ji ber şewbê mirin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE