Balafira eskerî ya Tirkiyeyê ya ku ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) alîkariya tibî dibe Nîjerê ji Enqereyê bi rê ket.
Tirkiye alîkariya tibî dide welatên tesîra Kovîd-19ê li ser wan zêde çêbûye.
Li ser telîmata Serokomar Recep Tayyîp Erdogan rayedaran alîkariya tibî ya ku ji maske, tulim û berçavkên parastinê pêk tê şandin Nîjerê.
Alavên ji hêla Wezareta Tenduristiyê va hatin amadekirin li Balafirgeha Eskerî ya Etîmesgutê bi balafireke eskerî ya Artêşa Tirkiyeyê (TSK) ya ku tîpa wê A 400M ye hatin barkirin.
Balafir ji bo ku here Nîjerê bi rê ket.
Li ser koliyên alîkariyê bi Tirkî û Frensî gotina Mewlana ya "Piştî bêhêvîtiyê gelek hêvî hene. Piştî tariyê gelek ronahî hene." hat nivîsandin.
AA