Tirkiyeyê ji sala 2011an vir da 8 hezar û 585 terorîstên biyanî dersînor kir

Tirkiyeyê ji sala 2011an vir da 8 hezar û 585 terorîstên biyanî dersînor kir

Wezareta Karên Navxweyî di xebatên ji bo ewlehiya Tirkiyeyê yên li nav û dervayê welêt da ji sala 2011an vir va 8 hezar û 585 terorîstên biyanî yên ji 102 welatan dersînor kir.

Di daxuyaniya nivîskî ya wezaretê da hat destnîşankirin ku xebatên ji bo dersînorkirina şervanên terorîst ên ji bo tevlî PKK/PYDyê û DEAŞa rêxistina terorê bibin ji welatên xwe hatibûn, dewam dikin.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku ji sala 2011an ya destpêka şerê navxweyî yê Sûriyeyê vir da 8 hezar û 585 terorîstên biyanî yên ji 102 welatan hatin dersînorkirin.

Hat gotin ku dema li herêmên terorsîtên hatin dersînorkirin mêze dikin jî dibînin ku herî zêde ji welatên endamê YEyê ne. 1075 terorîstên ji welatên endamê YEyê, 44 terorîstên ji Amerîkayê hatin dersînorkirin.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku di sala 2019an da 126 terorîstên ji 12 welatên YEyê, di sala par da 95 terorîstên ji 8 welatên YEyê, îsal di 10 mehên ewil da jî 61 şervanên terorîstên ên biyanî yên ji 8 welatên YEyê hatin dersînorkirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE