"Tirkiyeyê ji serî vir da di vê doza mafdar a Afrîkayê da li cem Afrîkayê ye"

Wezîr Karên Derva Mevlut Çavuşoglu: "Eleqeya Tirkiye nîşanî Afrîkaya têkiliyên wê yên beşerî û dîrokî hene dide, hestên dostane yên gelê Tirkiyeyê nîşanî parzemîna Afrîkayê dide teze nînin."

"Tirkiyeyê ji serî vir da di vê doza mafdar a Afrîkayê da li cem Afrîkayê ye"

Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu diyar kir ku parzemîna Afrîkayê ew ê di nav yekîtiyê da ji heqê vîrusa koronayê ya tîpa nû (COVID-19) derkeve û wiha got: "Afrîka ne bitenê ji bo efaha xwe ew ê di salên pêşiya me da tevkariyeke mezin bide pergala dinyayê, piştî vîrusê hevkariya Tirkiye-Afrkayê jî ew ê girîngiyê qezenc bike û wekî mînak were nîşandan."

Wezîr Çavuşgolu li ser "25ê Gulanê Roja Afrîkayê" ji bo hin medyaya Afrîkayê biweşîne bi sernava "Yekîtiya Bi Afrîkayê Ra Nuha Ji Demên Din Zêdetir Lazim Dike"yê va makaleyek nivîsî.

Çavuşoglu Roja Afrîkayê li hemû Afrîkayiyan pîroz kir û diyar kir ku şert û mercên derasayî yên COVID-19ê li hemû aliyên dinyayê derxistin holê îsal piştevaniya ku Roja Afrîkayê nîşan dide bi mene dike.

Wezîr Çavuşoglu destnîşan kir ku di van salên dawîn da Afrîka di gelek qadan da pêş dikeve, hevkariya Tirkiyeyê ya bi pazemînê ra pêş dikeve ligel ceribandinên dijwar ji bo siberojê hêwiyê didin û wiha pê da çû: "Bi saziyên dewletê, saziyên civaka sivîl û sektora taybet va pêşxistina hevkariya me ya bi Afrîkayê ra ji bo me girîng e. Em di mijarên wekî pêşxistina têkiliyên aborî û bazirganiyê, pêşketin û alîkariya mirovahiyê, bursa perwerdeya bilind, zêdekirina firînên Turkish Airline ê da hewleke mezin didin. Hedefa me ew e ku têkiliyên bi Afrîkayê ra li ser qezenckirina dualî û rêzdariyê pêş bixin."

Çavuşoglu got ku têkiliyên Tirkiye û Afrîkayê li gor qezenca dualî û nêrîna rêzdariyê dewam dikin û hedefa wan ew e ku pêş bixin û wiha pêda çû:

Dema li reqeman mêze bikin jî dikarin bibînin ku Tirkiye biryardar e ku têkiliyên bi Afrîkayê ra pêş bixe. Di sala 2002yan da li Afrîkayê bi tenê 12 Balyozxaneyên me hebûn lêbelê îro me hejmar derxistiye 42yan. Di sala 2008an da li Enqereyê 10 Balyozxaneyên Afrîkayê hebûn îro hejmar derketiya 36an. Bi tenê di navbera salên 2015-2019an da hejmara ziyaretên di asta bilind da hatin kirin ji 500, derbas bûn. Di 18 salên dawîn da qebareya bazirganiya me 6 qat zêde bû. Weqfa Mearîfê ya Tirkiyeyê îro li çar aliyên Afrîkayê 144 saziyên perwerdeyê û 17 wargehên xwendekaran dixebitîne. Ji 54 welatên Afrîkayê bi hezaran xwendekarên bi bursa Tirkiyeyê perwerde dîtin û ji Tirkiyeyê mezun bûne hene. Hejmara nûnertiyên TÎKAyê yên li Afrîkayê gihîştine 22yan.

- "Tirkiyeyê ji serî vir da di vê doza mafdar a Afrîkayê da li cem Afrîkayê ye"

Wezîr Çavuşoglu got, "Eleqeya Tirkiye ya ku ji bo Afrîkaya têkiliyên wê yên beşerî û dîrokî hene, nîşan dide, hestên dostane yên gelê Tirkiyeyê nîşanî parzemîna Afrîkayê dide, teze nînin. Lêbelê ev geşedanên berbiçav encama domandina polîtkayên derva û îstiqrara siyasî ya ji sala 2002yan vir da li Tirkiyeyê tê pêkanîn e."

Di nivîsa xwe da Çavuşoglu bal kişand ku Tirkiye bû hevkarê stratejîk ê Yekîtiya Afrîkayê, di sala 2008an da Lûtkeya Hevkariyê ya Tirkiye-Afrîkayê hat kirin û wiha nivîsî: "Tirkiyeyê û welatên Afrîkayê îrade nîşan da ku têkiliyan derxin asta jor. Demeke kin a piştî hatim ser wezifeya Wezîrtiya Karên Derva di mijdara sala 2014an da Lûtkeya Hevkariya Afrîka-Tirkiyeyê hat lidarxin û ez bi Birêz Serokomarê me Recep Tayyîp Erdogan ra hatin vê derê. Min li parzemîn gelek dost dîtin."

Wezîr Çavuşoglu got ku Serokên Dewletên Afrîkayê di 25ê gulana 1963yan da Rêxistina Yekîtiya Afrîkayê ava kirin, armanca wan ew bû ku wekî yekitî tevbigerin, li mijarên Afrîkayê xwedî derkevin, piştgiriyê bidin têkoşîna azadiyê, ji mêtinkariya aboriyê ya welatên bakur xilas bibin û Tirkiyeyê ji serî vir da biryar da ku di vê doza mafdar a Afrîkayê da li cem Afrîkayê be û wiha pê da çû:

"Ya rastî Lûtkeya dîrokî ya li Addîs Ababayê hat lidarxistin li Tirkiyeyê jî deng veda. Dema li xeberên çapemeniya Tirkiyeyê û niqaşên li Meclisê mêze bikin ew ê were dîtin ku Tirkiyeyê girîngî daye welatên Afrîkayê yên teze serxwebûna xwe bi dest xistine, hewla xwerêvabirina Afrîkayiyan şibande têkoşîna 40 sal berê di avakirina Komarê ya 1023yan da Tirkiyeyê dabû û Apartheid bi tundî hatiye şermezarkirin.

Wezîr Karên Derva Çavuşoglu nivîsa xwe wiha domand:

"Afrîkaya îro di gihiştina asta xwe ya hevgirtî ya ku serkirdeyên dûrbîn di salên şêstî de pêş dîtibûn û avêtibûn, geşeyên giring dîtin.

Tirkiye di hevkariya xwe ya bi Afrîkayê re hê di serî de, ew hedefên ku wê parzemînê ji bo xwe danîbûn, polîtîkayeke piştevaniyê ya bê merc hilbijart. Afrîkaya ku em bi hevkarbûna wê şanaziyê dikin, ew Afrîkaya ruhê 1963î digel hedefên 2063yî yê Yekîtiya Afrîkayê ye. Di serî de NY di hemî sazî û pêkhateyên ku em endamên wan in de, emê berahiyên Afrîkayê biparêzin.

Bi vê têgihiştinê em dixwazin di demeke herî nêz de Sêyemîn Lûtkeya Afrîka-Tirkiyeyê li dar bixînin. Me salên 2016 û 2018an li Stenbolê Korbenda Aborî û Kar a Tirkiye-Afrîkayê li dar xistibû û encamên baş me ji wan sitendibû. Nuha jî em plan dikin meha cotmeha 2020an de sêyemîna wê li dar bixin.

COVID-19ê ji nişkê ve bi ser cîhanê de girt. Welatên Afrîkayê ji ber ku di warê nexweşên şewbê de xwedî ezmûn bûn, tedbîrên pêwîst bi lezgînî sitendin. Heta nuha jî hejmara pêketin û mirinan nîsbeten kêm dimeşe. Em ji dil dixwazin ev wisa bidome û demildest ev nexweşî li wê parzemînê nemîne.

Tirkiye di nava wan dewletan de ye ku asta yekem a şewbê derbas kiriye û herwiha hejmara pêketinan li Tirkiyeyê di bin hejmara qebareya dermankirinê de ye. Tirkiye hê di mehên sereta yên şewbê de karîbûye ji hinek welatan re alîkariya kelûpelan bişîne û ji xwe re kiriye hedef di mehên pêşiya me de qebareya xwe ya alîkariyê zêde bike. Haliyen bi dû DYA û Çînê de welatê ku herî zêde alîkarî ji dewletan re şandiye Tirkiye ye. Tirkiye hewl dide di demeke kurt bersiva bangên alîkariyê yên ku ji welatên Afrîkaya dost hatine û yên ku dê were, bide.

Ji aliyekî din ve li seranserê cîhanê, vê şewbê di warê aborî û civakî de encamên neyênî bi dû xwe de tîne.

Encama rasterast a zeîfbûna fealiyetên aboriyê ji ber tedbîrên parastinê, bê îstisna kêmbûna berhemanîn û dahatên hemî welatan e. Encameke din a wê jî kêmbûna buhayên emtiyên ji bo berhemanîna pîşesazî û veguhastinê ye yên wekî maden û neftê. Ev kêmbûn bandorê li wan welatan dike ku dahatên wan bi piranî li ser îxracata van berhemên navborî ye. Welatên Afrîkayê jî di nava wan welatan de ne.

Pêdivê civaka navneteweyî bicive û pêkve çareyekê ji vê pirsgirêkê re bigerin. Tirkiye amade ye di vî warî de tişta dikeve ser milê wê, bîne cî.

Mixabin di hefteyên raborî de tabloya ku di asta navneteweyî de derket, nîşan dide ku hevkarî nayê hilbijartin, bi bervajî rikaberî derdikeve pêş. Li cîhanê têgehiştina dîtina dinyayê weke lîstikeke 'sifir encam' dibe serwer. Hal ew e ku dîrokê encamên neyênî yên cenga sar, rikaberiya bê dilovanî ya bi vî şiklî nîşanî me hemiyan da.

Afrîkaya ruhê 1963î dê di nava yekîtiyekê de heq ji vê ezmûnê jî derbikeve. Ez ji dil û can bawer im dê Afrîka ne tenê ji bo refaha gelê xwe belkî dê ji bo piştevaniya pergala cîhanê ya siberojê jî gelekî piştevan be. Herwiha hevkariya Tirkiye-Afrîkayê jî dê ji bo vê piştevaniyê cihê giringîpêdanê be. Eha ji bo vê ruhê 25ê Gulana 1963yan ji bo me hemiyan lazim e.

Ez Roja Afrîkayê bi hestên xwe yên herî germ li Afrîkayiyan pîroz dikim."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE