Tirkiyeyê ji bi piştgiriyê bide têkoşîna dijî vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) ya Paraguayê alîkariya amûrên tibî da.
Di daxuyaniya Wezareta Karên Derva ya Paraguayê da hat diyarkirin ku Sîlvana Abdoya xanima Marîo Abdo Benîtezê Serokê Dewletê ji Emîne Erdogana xanima Serokomar Recep Tayyîp Erdogan xwest ku piştgiriyê bidin têkoşîna wan ya dijî vîrusê.
Emîne Erdoganê daxwaz qebûl kir û li ser vê wezaretên tenduristî û karên derva yên herdu welatan bi hev ra xebitîn û di encama xetan da amûrên tibî yên Tirkiyeyê şandin gihîştin Brezîlyayê
Tê texmînkirin ku amûrê di nav çend rojan da bigihêjin Paraguayê. Di nav amûran da 50 hezar tulimên parastinê, 30 hezar rûpêçên N95, 100 hezar rûpêçên emeliyatê, 2 hezar berçavkên parastinê û 50 hezar galoş hene.
AA