Tirkiyeyê êrîşa terorê ya li Efxanistanê şermezar kir

Di daxuyaniya Wezareta Karên Derva da hat diyarkirin ku ji ber ku di demên dawîn da li Efxanistanê êrîşên li ser cihên îbadetê zêde bûne bifikar in.

Tirkiyeyê êrîşa terorê ya li Efxanistanê şermezar kir

Tirkiyeêrîşa terorê ya ku li Kabula paytextê Efxanistanê dema nimêja înê birin ser mizgeftekê şermezar kir.

Di daxuyaniya Wezareta Karên Derva da hat diyarkirin ku ji ber ku di demên dawîn da li Efxanistanê êrîşên li ser cihên îbadetê zêde bûne bifikar in.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku "Em êrîşa terorê ya menfur a ku îro li Kabula paytextê Efxanistanê mizgeftekê kir hedef bi tundî şermezar dikin."

Di daxuyaniyê da hat gotin ku Xwedê rehma xwe li kesên di êrîşê da mirin bike û şifayê bide birîndaran û nirxandina "Em sersaxî didin gelê Efxan ê dost û bira" hat kirin.

Li Karte Çara herêma Kabula paytextê Efxanistanê li Mizgefta Şîrşah Suriyê dema nimêja înê da êrîşa bibombe hatibû kirin û di êrîşê da mela û 3 sivîl miribûn.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE