Tirkiyeyê êrîşa terorê ya li Îranê şermezar kir

Wezareta Karên Derva, êrîşa terorê ku li eyaleta Sistan-Belûcistan a Îranê li dijî otobusa personelê Pasdarên Şoreşê hat kirin, bi tundî şermezar kir

Tirkiyeyê êrîşa terorê ya li Îranê şermezar kir

Tirkiyeyê, êrîşa xwekujiyê ku li Îranê li dijî otobusa personelê Pasdarên Şoreşê hat kirin, bi tundî şermezar kir.

Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Karên Derva da hat diyarkirin ku di encama êrîşê da mirin û birîndarbûna gelek kesî, ciyê xemgîniyê ye.

Herwisa di daxuyaniyê da wiha hat gotin, "Em vê êrîşa terorê ya menfûr bi tundî şermezar dikin. Xwedê rehma xwe li kesên mirin bike û şifayê bide birîndaran. Em ji dil serxweşiyê didin gel û hikûmeta Îranê."

Li rojhilatê başûrê Îranê li eyaleta Sistan-Belûcistanê duh li dijî otobuseke ku pasevanên sînor ên girêdayî Pasdarên Şoreşê dibir, êrîşa terorê hatibû kirin ku di encamê da 27 esker hatibûn kuştin, 13 jê jî birîndar bûbûn.

Rêxistina Ceyşul Edl êrîş hildabû ser stûyê xwe.

AA

Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE