Tirkiyeyê êrîşa terorê ya li Îranê şermezar kir

 Tirkiyeyê êrîşa terorê ya ku li Ehwaza bajarê Îranê hat kirin şermezar kir.

Tirkiyeyê êrîşa terorê ya li Îranê şermezar kir

 Tirkiyeyê êrîşa terorê ya ku li Ehwaza bajarê Îranê hat kirin şermezar kir.

Di daxuyaniya nivîskî ya ku ji Wezareta Karên Derva hat dayîn de hat diyarkirin bi xemgînî hîn bûn  ku li Ehwaza bajarê Îranê di dema merasima derbasbûna eskerî de gelek kes mirine û birîndar bûne û wiha hat gotin: "Em vê êrîşa terorê ya menfûr bi tundî şermezar dikin. Xwedê rehma xwe li miriyan bike û şifaya xêrê bide birîndaran. Em ji dil sersaxiyê didin gel û hikûmeta Îranê. "

Vê sibê hatibû eşkerekirin ku di êrîşa çekdarî ya ku di dema merasima eskerî ya li bajarê Ehwaza li eyalate Xuzistanê ji ber 38emîn salvegera şerê Îran-Iraqê hat kirin de 24 kes hatibûn kuştin, 53 kes jî birîndar bibûn.

Dîroka nûkirinê: 22 îlon 2018, 17:13
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE