Tirkiyeyê êrîşa xwekujiyê ya li Kabulê şermezar kir

Daxuyaniya Wezareta Karên Derva...

Tirkiyeyê êrîşa xwekujiyê ya li Kabulê şermezar kir

Tirkiyeyê êrîşa terorê ya ku li Kabula paytextê Efxanistanê di merasima şeva mewlûdê hat kirin şermezar kir.

Di daxuyaniya Wezareta Karên Derva ya nivîskî da wiha hat gotin: 

"Li Kabulê îro di civîna Qendîla Mewlûdê da bi bombeyê êrîş hat kirin, di êrîşê da gelek kes hatin kuştin û gelek kes jî birîndar bûn. Em ji ber vê gelekî li ber xwe ketin. Em vê êrîşa terorê şermezar dikin. Rihma Xwedê li kuştiyan be û serê gelê Efxanistanê û hikûmetê sax be, Xwedê şifayê bide birîndaran."

Hatibû ragihandin ku di êrîşa xwekujiyê ya di merasima mewlûdê ya ku li saloneke li ser rêbeja Balafirgeha Kabulê dihat lidarxistin da hatibû kirin da 40 kes hatin kuştin û 60 kes jî birîndar bûn.AA

Dîroka nûkirinê: 21 Mijdar 2018, 17:50
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE