Tirkiyeyê êrîşên li Yêmenê şermezar kir

Tirkiyeyê êrîşên li Adena paytextê berwext ê Yêmenê yê ku hêzên ewlehiyê hedef girtin şermezar kir.

Tirkiyeyê êrîşên li Yêmenê şermezar kir

Tirkiyeyê êrîşên li Adena paytextê berwext ê Yêmenê yê ku hêzên ewlehiyê hedef girtin şermezar kir.

Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Karên Derva da hat diyarkirin bi xemgînî hîn bûn ku di êrîşê da gelek kes mirin û birîndar bûn û hat gotin ku "Em êrîşên navborî şermezar dikin."

Di daxuyaniyê da hat gotin ku Xwedê rehma xwe li kesên mirin bike, serê hikûmeta Yêmenê û gelê bira yê Yêmenê sax be, ji bo birîndaran şifaya xêrê dixwazin û wiha hat gotin:

"Di pêvajoyeke ku hewldanên bi serkêşiya Neteweyên Yekbûyî ya yên ji bo çareseriya qeyrana siyasî ya li Yêmenê bêtir girîng bûn da şîdet dewam dike û ev yek dibe sedema fikaran. Hêviya me ya herî mezin ew e ku demildest dawî li êşa gelê Yêmenê bê, li welêt aramî û îstiqrar bê tesîskirin."

Husiyan vê sibehê dema merasima eskerî ya hêzên Hîzam el- Emnî ya ku Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereban (MYE) piştgirî didê cot êrîş birbû ser Baregeha El-Celayê ya li Adena paytextê berwext ê li başûrê Yêmenê, di bûyerê da li gor tesbîtên ewil 25 kes mirbûn. Herwiha hatibû diyarkirin ku li Adenê herwiha vê sibehê li navendeke ewlehiyê bi wesayîta bombebarkirî êrîş hatibû kirin, di êrîşê da 10 esker mirine, 2 jê xedar 16 kes jî mirine.

Dîroka nûkirinê: 02 Tebax 2019, 16:50
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE