Wezareta Karên Derva êrîşa ku terorîstên DEAŞê li Reşîta ser wilayeta Kerkûkê û navçeya Mexmûrê ya wilayeta Mûsilê kir û di pevçûnê herî kêm 15 hêzên ewlehiyê hatin kuştin, bi tundî şermezar kir.
Li gor daxuyaniya ku ji wezaretê hat dayîn, hat gotin ku îro li Reşîta ser wilayeta Kerkûkê û Mexmûra navçeya Mûsilê di navbera hêzên asayîşê û terorîstên DEAŞê da pevçûn derket û di pevçûnan da herî kêm 15 hêzên asayîşê yên Iraqê hatin kuştin.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin, "Di van êrîşên terorê yên menfûr da wezîfedarên ewlehiyê yên Iraqê mirin û Xwedê rehma xwe li wan bike, Xwedê şifayê ji birîndaran ra bişîne. Serê gel û hikûmeta Iraqê ya dost û bira sax be."
Di daxuyaniyê da hat gotin, ev êrîşên terorê yên xayîn ku li Iraqê hizûr û ewlehî kirin hedef, bi tundî hat şermezarkirin û wiha hat gotin:
"Em careke din destnîşan dikin ku em di têkoşîna terorê ya Iraqa cînarê me da em piştevan in û amade ne ku her cure piştigiyê bidin.
AA