Tirkiyeyê bertek nîşanî biryara Amerîkayê ya ji bo UNRWAyê da

Wezareta Karên Derva yê Tirkiyeyê ji ber sekinandina alîkariyên mirovahî yên ku di qada darayiyê da Amerîkayê dida UNRWAyê bertek nîşan da.

Tirkiyeyê bertek nîşanî biryara Amerîkayê ya ji bo UNRWAyê da

Wezareta Karên Derva yê Tirkiyeyê bertek nîşanî biryara sekinandina alîkariyên mirovahî yên ku Amerîkayê di qada darayiyê da dida Ajansa Alîkariya Penaberên Filistînî ya Neteweyên Yekbûyî (UNRWA) da.

Wezaretê di daxuyaniya xwe ya nivîskî da ragihand ku biryara li ser sekinandina wan alîkariyên ji bo UNRWAyê dihatin kirin wê zirarê bide vîzyona çareseriya dudewletî a pirsgirêka Filistînê, îstiqrar û aştiya herêmî.

Di daxuyaniya Wezareta Karên Derva da wiha hat gotin: "Biryara ku Amerîkayê da wê tesîreke neyînî li ser jiyana ji 5 milyonî zêdetir Filistîniyî bike. Ev biryar di heman demê da ji bo vîzyona ku di mijara Filistînê da çareseriyeke bi dudewletî, aştiya herêmî û îstiqrarê jî zirar be."

Hat gotin ku UNRWA ji roja hatiye damezrandin heta îro ji hêla tenduristiyê bigir heta perwerdehî û ji wir jî bigir heta îstixdamê di gelek qadan da ji bo penaberên Filistînî kar û xebat kiriye.

 

 

AA

Dîroka nûkirinê: 01 îlon 2018, 15:48
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE