Tirkên li 9 welatan tên tehliyekirin

Ji ber vîrûse ji Ewropayê wê 3 hezar û 600 kes bên Îstanbulê

Tirkên li 9 welatan tên tehliyekirin

3 hezar û 600 kes wê 14 rojan li Îstanbul û Kocaeliyê di karantînayê de bin

Ji ber nexweşiya koronayê, ji 9 welatên ewropayê wê 3 hezar û 600 welatiyên tirkiyê bên tehliyekirin. Balafira ewil di saet 12 û 18an de ji zurîhê rabû.

Balafirên Rêhewaya Turkiyeyê wê li Balafirgeha Îstanbulê dakevin.

3 hezar û 600 welatiyên Turkiyeyê wê heta nîvê şevê bên tehliyekirin.

Herî zêde wê ji Elmanyayê hemwelatî werin. Hejmara wan 560 kes e.

Welatiyên ku tên tehliyekirin beriya li balafirê siwar bibin, wê bên kontrolkirin.

Her wiha him di balafirê de him jî dema ji balafirê dakevin wê kontrola wan dewam bike.

Hemû rêwî wê ji deriyekî taybet ji balafirgehê bên derxistin.

Ji wan hezar û 800 kes wê li Îstanbulê, hezar û 800 kesên din jî wê li Kocaeliyê 14 rojan di bin kontrolê de bimînin.AA

Dîroka nûkirinê: 18 Adar 2020, 16:57
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE