Tirkên Uygur çalakiya xwe ya li ber konsolosxaneya Çînê didomînin

Tirkên Uygur çalakiya xwe ya li ber konsolosxaneya Çînê didomînin

Tirkên Uygur ku ji eqrebayên xwe yên li Herêma Xweser a Uygura Sîncana Çînê xeberê nastînin, çalakiya xwe ya li nêzîkî konsolosxaneya Çînê li Sariyerê didomînin.

Komeke Tirkên Uygur ku bi dowîz û pankartan li nêzîkî Konsolosxaneya Çînê kom bûn, ji bo malbat û eqrebayên xwe yên ku ev demeke dirêj e xeberê jê nastînin, çalakî kirin. Komê der heqê neferên malbatê da ku tirsa wan heye li Çînê kirine kampên çavdêriyê, xwest ku agahiyê bidin.

Salih Emin ku li ser navê komê daxuyaniya çapemeniyê xwend, diyar kir ku salên dirêj e Çîn li dijî Tirkên Uygur polîtîkaya zextê û cudaxwaziyê dimeşîne û her wiha diyar kir ku êdî wext hatiye, dinya vê yekê bide rawestandin.

Emin diyar kir, ew yek mafekî bingehîn ê mirovî ye ku însan bi malbata xwe ra xeber bide, lê Çîn vî mafî binpê dike û guh nade îtirazan.

Salih Emin bal kişand ku ew Tirk û Misilman in û wiha dewam kir, "Dewleta Çînê naxwaze rêxistinên mafên mirovan li welêt lêkolînê pêk bîne. Lewra ditirse. Jenosîda li wê derê rastiyek e. Naxwaze dinya pê bizanibe ku rastiyek e."

Endamê Hîndekariyê yê Zanîngeha Sabahattin Zaimê Burhan Uluyol jî wiha got, "Çîna zalim çar sal e dê, bav, xwîşk, bira, ap û zarokên apê min girtine. Ji bo ku em ji wan ra bibin deng em li vê derê ne."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE