TIRên Amerîkayê ji Sûriyeyê derdikevin

TIRên berê sewqiyat dikirin û ser wan vekirî bûn vê carê dema vedigerin Iraqê ser wan girtiye...

TIRên Amerîkayê ji Sûriyeyê derdikevin

Piştî biryara Amerîkayê ya vekişîna ji Sûriyeyê bi dehan TIRên Amerîkayê yên berê ji YPG/PKKya rêxistina terorê ra çek dibirin, ji welêt derdikevin.

Li Sûriyeyê duh şev piştî biryara Amerîkayê li ser sînorê Iraqê çûyîn û hatin zede bûn, TIRên sergirtî yên Amerîkayê yên ku berê ji YPG/PKKya rêxistina terorê ra çek û muhimat dibirin ber bi Iraqê va çûn.

TIRên berê sewqiyat dikirin û ser wan vekirî bûn vê carê dema vedigerin Iraqê ser wan girtiye.

Konvoya TIRan piştî ceyran çû dest bi çûyînê kirin û jê hinek servekirî bi rê ketin. Di TIRên servekirî da makîneyên kar û alavên mayinan paqij dikin hebûn.

- Biryara Amerîkayê ya vekişîna ji Sûriyeyê

Medyaya Amerîkayê serê sibê gotibû Artêşa Amerîkayê difikire 2 hezar eskerên xwe yên li Sûriyeyê bi tevahî paşve vekişîne.

Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser hesabê xwe yê Twîtterê wiha gotibû: "Di heyama Serokatiya min da tekane sedema hebûna me ya li Sûriyeyê DEAŞ bû û me ew têk bir."

Berdevka Qesra Spi Sarah Sandersê jî wiha gotibû: "Di têkoşîna dijî DEAŞê da em derbasî heyameke nû bûn û me dest pê kir em Eskerên Amerîkayê paşve dikşînin."

Medyaya Amerîkayê di nûçeyên xwe da rayedarên Wezareta Karên Derva wek çavkanî nîşan dabûn û gotibûn Wezareta Karên Derva hemû xebatkarên xwe wê di nav 24 saetan da bikşîne, eskerên Amerîkayê yên li Sûriyeyê jî wê di navbera 60 û 100 rojan da vekişin.

Pirsên wek gelo eskerên Amerîkayê yên li Sûriyeyê wê kîngê vekişin, têkiliya Amerîka û YPG/PKKya rêxistina terorê wê çawa be, Amerîka wê li ser soza xwe bimîne ku çek û muhimatên daye rêxistinê gelo wê berhev bike hê bê bersiv in.AA

Dîroka nûkirinê: 20 Kanûn 2018, 17:23
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE