TIRên alavên alîkariya mirovî barkirî yên Tirkiyeyê yên ku piştî êrîşa Rûsyayê, ji bo Ukraynayê hatin şandin, gihîştin Romanyayê.
Ji xeynî 5 TIRên alavên alîkariyê barkirî, tê texmînkirin 26 otobusên li Deriyê Sînor Giurgiuyê yên ku dê Tirkên li Ukraynayê texliye bikin, dê derbasî Ukraynayê bibin.
Ajokarên otobusan Ergin Ermiş û Murat Tumer ku ji Stenbolê bi rê ketin û ji ber bagerê rêwîtiyeke bi zehmet derbas kirin, diyar kirin ku ew kelecanî ne ku ew ê Tirkên li Ukraynayê mehsûrmayî bigihînin welêt.AA