Têjikên caretta carettayan ên perava Çiraliya Antalyayê ya bi nav û deng ji bo wan wargehe gihîştin behrê.
Li perava Çiraliya ser Kemera navçeya Antalyayê ye peêvajoya têjikên carettayan ên ku ji hêkan derdikevin û bo xwe bigihijînin avê ber bi behrê va dimeşin, dest pê kir.
Serê sibehê zû wezîfedaran dora hêlînekê vekirin û 6 têjikên caretta carettayan gihîştin avê.
Gelek tûrîstan li rêwîtiya têjikên carettayan a ber bi behrê va diçûn, temaşe kirin.
Hat eşkerekirin ku ji bişev va gelek têjikên caretta carettayan gihîştine behrê.
Midûrê Herêma 6emîn a Parkên Neteweyî û Parastina Sirûştê Riza Kamil got ku li Tirkiyeyê 21 peravên caretta caretta tên û lê hêkên xwe binax dikin hene û Çirali jî yek ji wan e.
Kamil ragihand li Antalyayê jî 9 perav hene ku caretta caretta wek wargeh bikartînin û hêlîna caretta carettayan a ewil jî di 19ê Gulanê da li Çiraliyê hat tespîtkirin.
Di axaftina xwe da Kamil ji hêkên carettayan ên binaxkirî piştî du mehan têjik derdikevin û berê xwe didin behrê û wiha domand: "Li Çiraliyê niha bi qasî 90 heb hêlîn hene. Ev jimar wê zêde bibe. Par 86 hêlîn hebûn û bi qasî 3 hezar û 650 têjik ji hêkan derketin û berê xwe dan behrê. Em wisa bawer dikin ku îsal wê hejmara têjikan zêdetir bibe. Ev hemû pêşketin bi saya tewdîrên ku li herêmê hatine girtin pêk tên."AA