Serokatiya Hevkarî û Kordînasyonê ya Tirk (TÎKA) li Efxanistanê alîkariya xwarin û konan da hezar malbatî.
Li gorî daxuyaniya ku ji ofîsa TÎKAyê ya Mezarê Şerîfê hat dayîn, serokatiyê ji ber lehiyê alîkariya xurekê da hezar malbatî û ji 750 malbatan ra jî kon şandin.
Pakêtên alîkariyê li malbatên ku ji ber lehiyê mexdûr bûbûn û di nav şert û mercên giran da dijîn, belav kirin.
Di pakêtan da birinc, ar, rûn, barbûnya, çaya hêşîn, şekirê hûr û ava bacanan heye.