"Têkiliya Amerîkayê ya bi Rojhilata Navîn ra wê kêm bibe"

Weqfa Mîrata Tirkan (THO) li Washîngtona paytextê Amerîkayê panelek li dar xist. 

"Têkiliya Amerîkayê ya bi Rojhilata Navîn ra wê kêm bibe"

 Profesorê Zanîngeha Harvardê Stephen Walt îdia kir têkiliya Amerîkayê ya bi Rojhilata Navîn ra wê kêm bibe û ewê eskerên xwe ji herêmê bikşîne.

Weqfa Mîrata Tirkan (THO) li Washîngtona paytextê Amerîkayê panelek li dar xist. 

Profesorê Têkiliyên Navneteweyî ya Fakulteya Zanista Siyasetê ya Zanîngeha Harvardê Stephen Walt, Profesorê Têkiliyên Navneteweyî ya Zanîngeha Georgetownê Charles Kupchan û Profesorê Zanîngeha John Hopkînsê Ozgur Ozdamar beşdarî panelê bûn.

"Têkiliya Amerîkayê ya bi Rojhilata Navîn ra wê kêm bibe"

Stephen Walt behsa geşedanên li Rojhilata Navîn û tevgerên Amerîkayê ya li herêmê kir û wiha axivî: "Têkiliya Amerîkayê ya bi Rojhilata Navîn ra bi tevahî nebe jî wê bi awayekî cidî kêm bibe. Ewê (li Rojhilata Navîn) di hin rewşan da hebûna xwe ya eskerî biparêze lê wê zedetir ji hêla dîplomatîk va hebûna xwe biparêze."

Walt got şaşiya herî mezin a Amerîkayê ya li herêmê ew e ku li hemberî hin welatan li gor yên din zêdetir cuda tevdigere, têkiliyên taybet ava dike ku ev jî dibe sedem ku welatên din nikaribin bi Washîngtonê ra rehettir têkiliyan daynin.

Walt got Amerîkayê di pevçûna Filistîn û Îsraîlê da bi Îsraîlê ra têkiliyeke taybet ava kir û wiha dewam kir: "Ya hewce dike bi gelek welatan ra têkiliyên normal avakirin e."

Charles Kupchan jî piştgirî da Walt û got Washîngton êdî eleqeyê nîşanî bazara Asyayê dide, Amerîka dixwaze ji Rojhilata Navîn derkeve, lê Rojhilata Navîn her carê wê paşva dikşîne.

Prof. Ozgur Ozdamar jî anî ziman pirsgirêkên li herêmê bi taybetî ji ber serhildana "Bihara Ereban" û guherînên mezin ên li herêmê çêdibin.

Ozdamar got di dema Serokê Amerîkayê yê George W. Bush da rola Amerîkayê pêkanîna ewlehiyê bû, di dema Serok Barack Obama da hindik mudaxele hatin kirin, di dema Donald Trump da jî ji bo herêmê planeke eşkere û têrê bike tune.

AA

Dîroka nûkirinê: 23 Gulan 2019, 17:57
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE