Têkiliya HDP-PKKyê di îfadeyên terorîstan da xwe nîşan da

Terorîstên ku vê axiriyê ji rêxistina terorê PKK/KCKyê revîn an jî hatin girtin, têkiliya di navbera HDP û PKKyê da derxist holê.

Têkiliya HDP-PKKyê di îfadeyên terorîstan da xwe nîşan da

Li aliyekî çalakiya rûniştinê ku dayîkên Diyarbekirê li ber Serokatiya Parêzgehê ya HDPyê bi hêviya ku zarokên wan vegerin dan destpêkirin, dewam dike û herwiha li aliyekî din jî îfadeyên terorîstên ku vê axiriyê ji rêxistina terorê PKK/KCKyê revîn an jî hatin girtin, têkiliya di navbera HDP û PKKyê da derxist holê.

Terorîst D.Çyê 17 salî ku navê wî yê kod "N.K." ye û par teslîmî hêzên ewlekariyê bû, di îfadeya xwe da diyar kir ku sala 2015an wî ligel hevalekî xwe biryar da û tevlî rêxistina terorê PKKyê bibe û ji bo vê yekê jî ew çûn avahiya HDPyê ya navçeya Taksîmê.

D.C. diyar kir ku ew ligel du terorîstên mêr û dudu jî yên jin hefteyekê li avahiya HDPyê ya Taksîma navçeya Stenbolê ma û wiha dewam kir, "Ji bo ku em tevlî rêxistinê bibin, em dawiya hefteyekê bi otobusê çûn Diyarbekirê. Li avahiya HDPyê ya parêzgeha Diyarbekirê nasnameyên me hatin wergirtin. Paşê jî em bi wesayîtekê birin Uludereya Şirnexê. Ez bi mensûbekî rêxistinê ra ji sînorê Iraqê derbas bûm û di 13 saliya xwe da tevlî rêxistinê bûm."

"Terorîst ez şandim avahiya HDPyê ya navçeyê"

Terorîst M.Ayê 24 salî ku navê wî yê kod "K.K." ye û teslîmî hêzên ewlekariyê bû, diyar kir ku ew li Maltepeya navçeya Stenbolê wekî garson dixebitî û herwiha li wê derê hevalekî wî jê ra got ku ew endamê Baskê Ciwanan ê HDPyê ye û ji bo ku biçe tevlî rêxistinê bibe, timî propaganda dikir.

M.A. got ku hevalê wî di dawiyê da ew qanî kir û wiha pê da çû:

"Em ligel terorîstekî ku di Baskê Ciwanan ê HDPyê da peywirdar e hatin cem hev. Em ligel vî endamî çûn avahiya HDPyê ya navçeya Taksîmê û li vê derê em bi peywirdarekî ku ji bo rêxistinê elemanan bîter dike, hatin bal hev. Vî kesî bilêta min a otobusê wergirt û ez şandim avahiya HDPyê ya Baglara navçeya Diyarbekirê. Li vê derê ez ligel mensûbekî din ê rêxistinê hatim cem hev. Paşê jî em birin Cizîra navçeya Şirnexê û ji wê derê jî em şandin qada starê Zapê ya li Sûriyeyê ya PKKyê."

"Wan ez birim avahiya HDPyê ya navçeyê"

Terorîst M.Kyê 19 salî ku navê wî yê kod "B.M." ye û par teslîmî hêzên ewlekariyê bû, diyar kir ku ji bo ku tevlî PKKyê bibe ew çû avahiya HDPyê ya navçeyê ya Sultangaziya Stenbolê û wî ligel peywirdarê partiyê peywendî danî.

M.K. diyar kir ku vî kesî xercane dayê, jê ra bo Bidlîsê bilêta otobusê kirî û wiha dewam kir, "Adresa maleke li Guroymaka navçeya Bidlîsê dan min. Li vê derê terorîstekî din ez pêşwazî kirim. Wan ez birim avahiya HDPyê ya navçeya Guroymakê. Li vê derê jî wan ez li erebeyekî siwar kirim û birim û li kirê Guroymakê teslîmî mensûbên rêxistinê kirim."

AA

Dîroka nûkirinê: 03 Cotmeh 2019, 11:58
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE