Têkoşîna li dijî FETÖ’yê

Gelek kes hatin girtin, ji bo gelek kesan biryara binçavkirinê hat dayîn

Têkoşîna li dijî FETÖ’yê

Operasyonên li dijî rêxistina terorî FETO’yê dewam dikin. Di çarçoveya lêpirsînê de ji 36 xebatkarên cendermeyê 23 kes hatin binçavkirin. di çarçoveya lêpirsîna derbarê sivîlên di nav rêxistinê de jî ji bo 20 kesî biryara binçavkirinê hat dayîn.

Di lêpirsîna Fetoyê ya li paytext Enqerê de hat tespîtkirin ku 36 xebatkarên cendermeyê bi telefonên biankesor an jî bi telefonên li dikanan her tim bi hev re diaxivin û têkiliya wan bi hev re hene. Ji bo van kesan biryara binçavkirinê hat dayîn. Ji wan 24 kes hêj li ser karên xwe bûn.

Di operasyonên li 20 bajaran de 23 kes hatin girtin. Polîs li pey 13 gumanbaran e.

Li Enqerê ji bo kesên ku di nav rêxistinê de û wek sivîl hereket dikin, lêpirsîn hebû. Dozgeriyê derbarê van kesan de agahiyên nû bi dest xistin.

Ji bo kesên ku bernameya Bylockê bi kar anîne biryara binçavkirinê hat dayîn.

Li dijî fetoyê li 6 bajarên din jî operasyon hebûn. Navenda operasyonê Kayserî bû. Di çarçoveya operasyonê de ji bo 24 kesên ku têkiliyên wan bi Fetoyê re hene biryara binçavkirinê hat dayîn.

12 gumanbar li malên xwe hatin girtin. Polîs li pey 12 gumanbarên din e.

Navenda wê Maletî li 5 bajarên din jî operasyon hebûn. Di operasyonan de 12 gumanbar hatin binçavkirin.

Dîroka nûkirinê: 03 Kanûn 2019, 17:46
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE