Li sernaserê welêt têkoşîna li hemberî şewba koronayê dewam dike. Li Midyada Mêrdînê welatî derbarê feydeya aşiyan de tên agahdarkirin. Kesên ku dixwazin jî tên aşîkirin.
Li Midyada navçeya Mêrdînê têkoşîna li hemberî şewba koronayê dewam dike.
Bi hevkariya Midûriya Tenduristiyê û Serokatiya Ak Partiyê ya navçeyê seferberiya aşiyê hat destpêkirin.
Di çarçoveya xebatan de li kolana herî qerebalix a Midyadê Qada Aşîkirinê hat avakirin.
Ciwanên Ak Partiyî ji bo ku aşîkirinê teşwîq bikin hatin standê û aşî bûn.
Welatî him derbarê feydeya aşiyê de hatin agahdarkirin, him jî hatin aşîkirin.