Li Dibistana navîn a şEhîd Velît Bekdaş a li Midyada Mêrdînê, tîma ewil a mehteranê hat avakirin. tîm niha tenê ji mamoste û xwendekaran pêk tê. kesên ku nûmayîşa tîma mehteranê dibînin, gelekî diecibînin.
Li Midyada Mêrdînê ji aliyê mamoste û xwendekarên Dibistana Navîn a Şehîd Velit Bekdaş ve tîma ewil a mehteranê hat avakirin.
Tîm niha tenê ji mamoste û xwendekarên heman dibistanê pêk tê.
Tîma Mehteranê di çarçoveya çalakiyeke dawiya sala perwerdeyê de hunera xwe pêşkêş kir.
Kesên ku li çalakiyê temaşe kirin hunera tîma mehteranê gelek ecibandin.
Tê gotin ku wê bi saya Tîma Mehteranê eleqeya turîstan a ji bo navçeyê zêdetir bibe.