'Tîma pandemiyê' tê Meclisê

Tîma pandemiyê wê kontrola biryarên ku hatine dayîn bike

'Tîma pandemiyê' tê Meclisê

Serokatiya Meclisê ji bo ku di Meclisê da rîsk û tehdîdên ji ber şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) kêm bike û ji bo ku di vê mijarê da tevdîrên hewcedar werin hildan, Komîsyona Rêvebirina Krîzê ya Koronavîrusê ava kir. 

Di vê çarçoveyê da komîsyonê biryar da ku hin tevdîr werin sepandin.

Li gor biryaran ji bilî Loqinteya Baxçe ya Sala 100emîn û Loqinteya Endaman, hemû loqinte wê werin girtin û Serokatiya Xizmetên Destekê wê kûmanyaya personelan bibe cihê wezîfeya wan û bela bike.Personel dikare xwarina xwe tenê li cihê ku wezîfe lê dike, bixwe û di nava Kampusa Meclisê da li qadên vekirî xwarin wê neyê xwarin. Ji bilî baxçeyên zivistanê û Loqinteya Baxçeyê Sala 100emîn, hemû çayxaneyên li Kampusa Meclisê wê werin girtin. 

Personel ji bilî rewşên mecbûrî wê cihê wezîfeya xwe terk neke. Mesafeya xweparastinê, maske û paqijiya destan di serî da, her kes wê guh bide paqijiyê.

“Tîma pandemiyê” wê were avakirin

Serokatiya Çapemenî, Weşan û Têkiliyên Gel, Serokatiya Xizmetên Destekê û Serokatiya Daîreya Parastinê ya Meclisê wê “tîmên pandemiyê” ava bike. Ev tîm wê kontrola sepandina biryarên ku hatine dayîn û kontrola tevdîrên seba şewbê bikin, li kampusa Meclisê û çaviyên wê heke tevdîr werin binpêkirin, wê zebtan bigirin.

Li gor zebtên ku tîmên pandemiyê girtine jî tengavkirinên îdarî wê werin sepandin. 

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE