Li Hakkariyê tîma polîsan a ku ji bo parastina ajalan hatiye avakirin ajalên bêxwedî tenê nahêle. Tîma bi navê haydî, ji bo kûçikên derve xwarin û avê datîne.
Li Hakkariyê tîmeke parastina heywanan hat avakirin.
Tîma ku ji polîsan pêk tê ji bo xirabî li heywanan neyê kirin hatiye avakirin.
Lê tîm ligel vê piştgiriya venêrîn û xwarinê jî dide heywanan.
Tîm bi bernameya HAYDİ’yê digihîje hawara heywanan û li ser ixbaran tevdigere.
“ Welatiyên me dikarin bernameya HAYDİyê li telefonên xwe bar bikin û bi vê bernameyê hêsantir bigihêjin me.”
“Ji bo heywanên bêxwedî rehet bijîn em tevdigerin. Ligel vê em bi şaredar û kesên dilxwaz re jî bi hevkariyê dixebitin.”
Tîma parastina heywanan li ku derê heywanekî birçî hebe dibînin û xwarin û avê didinê.