Tîmên tekoşîna li dijî şewatên zadan

5 tîmên mobîl ên agirkujiyê bi şev û roj ji bo midaxeleyê amade ne.

Tîmên tekoşîna li dijî şewatên zadan

Li Mêrdînê, Şaredariya Bajarê Mezin li hemberî şewatên zadan tevdîreke taybet girt. Di çarçoveya tevdîrê de 5 tîmên mobîl ên agirkujiyê hatin pêkanîn. Tîm bi şev û roj ji bo midaxeleyê nobetê digirin.

Li herêmê Mêrdînê her sal ji ber sedemên cuda agir digire zadan.

Şaredariya Bajarê Mezin jî li hemberî şewatan tevdîreke taybet girt.

Şaredariyê ji bo zû midaxeleyê şewatan bikin, 5 tîmên mobîl ava kirin.

Tîmên mobîl ên agirkujiyê bi şev û roj ji bo midaxeleyê amade ne.

Bi saya vê tevdîrê dilê cotkaran jî rihet bûye.

Li herêmê dirûna dexl û danan dest pê kir û wê heya mehekê dewam bike.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE