TOKÎ li Diyarbakirê sîteya pîşesaziyê ya nû çêdike

Di 810 kargehan de wê 4 hezar û 500 kes werin îstixdamkirin...

TOKÎ li Diyarbakirê sîteya pîşesaziyê ya nû çêdike

TOKÎ ji bo ku hilberîn, îstixdam û pêşketina herêmê zêde bibe li amedê sîteya pîşesaziyê ya otomobîlan ava dike. Nêzî 4 hezar û 500 kes wê di sîteya nû da werin îstixdamkirin.

Li Diyarbekirê 3 sîteyên pîşesaziyê hene. Lê ji bo temîrkirina erebeyan ev têrê nake.

TOKÎ li Diyarbekirê bi 188 milyon lireyî sîteya pîşesaziyê ya nûjen ava dike.

Projeya sîteya pîşesaziyê ya erebeyan li navçeya Kayapinarê, li ser 500 donimî tê çêkirin. Li gor projeyê 620 kargehên 150 metreqare û 190 dikan jî 300 metreqare tên plankirin.

Di sîteyê da ji bo perwerdeya pîşeyî dibistaneke 16 sinifî jî tê avakirin.

Projeya Tamîrvanên Otomobîlan a 4emîn û Sîteya Piçûk a Pîşesaziyê li Herêma Başûrê Anadoluyê li gorî yên din a herî nûjen e.

Di sîteya pîşesaziyê de hezar û 500 metreqare projeya ‘Santrala rojê’ dê were çêkirin.

Di sîteyê da avahiya rêvebirinê, sûk, banqe, firin, mizgeft, PTT, 5 xwaringeh, 3 qadên basketbol û woleybolê jî dê hebin.

Dîroka nûkirinê: 24 Hezîran 2019, 17:50
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE