TOKİ bi sîstema Urartuyan xaniyan çêdike

Urartuyan beriya 2 hezar û 750 salan xaniyên ku li ber erdhejê zexm in çêkirine

TOKİ bi sîstema Urartuyan xaniyan çêdike

Li Vanê li ser avahiyên dema Urartuyan lêkolîn tên kirin. Di lêkolînan de derket holê ku Urartuyan beriya 2 hezar û 750 salan avahiyên li ber erdhejê zexm in çêkirine.

Li Vanê di lêkolînên arkeolojîk de avahiyên ji Dema Urartuyan derketin holê.

Di lêkolînên li ser avahiyên Urartuyan de jî agahiyên nû hatin bidestxistin. Derket holê ku Urartuyan beriya 2 hezar 750 salan avahiyên li ber erdhejê zexm in çêkirine.

Akademîsyen Prof. Dr. Rafet Çavuşoğlu got sîstema Urartuyan ya li dijî erdhejê dîtine hêj li ser piyan

Çavuşoğlu wiha dewam kir: “Urartuyan xaniyên xwe li ser zinarên mezin çêkirine. Bi saya vê sîstemê dema erdhej diqewime zirar li avahiyan nakeve. Piştî erdhejê TOKİ jî xaniyan li ser zinarên mezin çêdike.”

Di erdheha mezin a 2011an de xaniyên li deştan bi piranî hilweşiyabûn.

Piştî wê erdhejê TOKİ jî wekî Urartuyan xaniyên nû li ser cihên zinarî çêdike.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE