Topa ewil a fitarê li Karsê hat berdan

"Topa fitarê ya ewil a Tirkiyeyê" ya ku Walîtiya Karsê 16 sal e wek edet didomîne îsal jî bi xwendina banga êvarê ra ji quntara Kelha Karsê hat berdan. 

Topa ewil a fitarê li Karsê hat berdan

 Li Tirkiyeyê topa fitarê ya ewil a remezanê li Karsê hat berdan. 

"Topa fitarê ya ewil a Tirkiyeyê" ya ku Walîtiya Karsê 16 sal e wek edet didomîne îsal jî bi xwendina banga êvarê ra ji quntara Kelha Karsê hat berdan. 

Tacettîn Durmuşê ku ji bo berdana topê belgeya wî heye top berda. Bi teqîna topê welatî fitirîn.

Tacettîn Durmuş daxuyaniya da rojnamevanan da got ku îsal jî kevneşopiya berdana topa ewil a remezanê domandin.

Durmuş got ku ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) meha remezanê sakîn dest pê kir û got ku "Îsal sala 16emîn e, vîrusa koronayê tesîr li me jî kir. Teqemenî ji Çînê dihat, niha piçek tengasiyê dikşînim. Ez hêvî dikim ku meha remezanê ji bo hemû alema îslamê xêr û bereketê bîne, înşeallah em di vê meha bimbarek da ji vê şewbê xilas bibin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE