Tora ankesorê ya FETÖ'yê

Li İstanbulê îfadeyên 424 kesên xwedî dezgeh yek bi yek tên standin

Tora ankesorê ya FETÖ'yê

Li Stenbolê, tora telefona bi ankesor a rêxistina terorî FETÖ’yê tê kifşkirin. 424 cih hatin tespîtkirin ku endamên rêxistinê ji wan deran telefonî hev kirine. niha xwediyên wan dikan û malan îfadê didin.

Di lêpirsîna Buroya Sûcên Birêxistinî û yên terorî ya Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de, 424 dikanên wekî loqente, bufe û marketan hatin tespîtkirin.

Yek bi yek ji xwediyên dezgehan agahî tê berhevkirin.

Xwediyê bufeyeke li Üsküdarê got, hin kesên ku dişibiyan endamên FETÖ’yê, tim û tim dihatin bufeya min.

Wêneyên rêvebir û endamên rêxistinê nîşanî xwdiyê bufeyê dan.

Kesên ku wî nîşan kirin, tevlî dosyaya lêpirsîn bûn.

Li Üsküdarê îfadeya çerezfiroşekî jî hat girtin.

Diyar bû ku ji bilî endamên FETÖ’yê, hin kesên ku bazirganiya tiryakê dikin jî bi telefona wî ya dikanê peyivîne.

Herî zêde endamên FETÖ’yê yên di nav hêzên Çekdar ên Tirkiyê de bi telefonên ankesorî xeber didan.

Dîroka nûkirinê: 24 Tebax 2018, 12:44
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE