Toz û xubar bariya li ser Şirnakê

Pisporan hişyarî dan û gotin heta ji destê we bê dernekevin derve

Toz û xubar bariya li ser Şirnakê

Li Şirnexê toz û xubar bariya, welatî gelek aciz bûn. Pispor dibêjin divê welatî di rojên wiha de zêde li derve nemînin.

Camên wesayîtan ji xubarê nayê dîtin û welatî bi rehetî nikarin bi rê kevin.

Ev der Şinex e, ev çend roj in li ser bajêr ewrên xubarê hene û ji asîmanan toz dibare.

Pispor dibêjin: “ger tiştekî pir girîng tune be, welatî divê dernekevin derve û zêde toz û xubarê nekşînin nav û dilê xwe.”

“Welatiyên ku nexweşiyên wan ên kronîk hebin divê zêdetir baldar bin û di rojên wisa de heta ji destê wan bê dernekevin derve, ger derkevin jî divê maskeyê bi kar bînin.”

Lİgel însanan heywanên derve jî ji tozê aciz bûn.

Dîroka nûkirinê: 13 Cotmeh 2018, 13:47
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE