Trafîka îda remezanê

Ji ber betlaneyê li ser riyan çûnûhatin zêde bû...

Trafîka îda remezanê

Bi destpêkirina betlaneya îdê re hemû rê bi wesayîtan tijî bûn. Li hêla Kocaeliyê ya otorêya TEM’ê trafîk carinan hat ber sekinînê.

Kesên dixwazin di îdê de li welatê xwe yan bajarên din bin dev da rê.

Dîsa dîmenên wekî salên berê çêbûn.

Kesên ku ji Stenbol û bajarên derdora wê bi rê ketin, Otoriya TEMê û Rêbeja D-100î ya ber bi Enqerê ve tijî kirin.

Li devera Bekirdereya Kocaeliyê wesayît di trafîkê de zahf hêdî çûn.

Paşiya wesayîtan li Alikahyaya İzmitê, pêşiya wan li Gîşeyên Herekeyê bû. Dora wan 30 kîlometreyî dirêj bû.

Berêvarê trafîk girantir bû û bi şev jî çûnûhatin hema bêje sekinî.

Ajokaran di trafîka zêde de bi zehmetî erebe ajot.

Dîroka nûkirinê: 03 Hezîran 2019, 16:11
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE