Trena barê îxracatê dikşîne ya ji Turkiyeyê diçe Çînê ji Gara Trenê ya Karsê ji Axilkeleka bajarê Gurcistanê ra hat rêkirin.
Trena ku di 4ê çileya pêşîn da roja înê ji Stenbolê hat rêkirin piştî Enqere, Qeyserî û Erziromê gihîşt Sariqamîşa navçeya Karsê .
Trena hejmara wê 45 hezar û 450 ye û dirêjahiya wê 754 mêtro ye ji Sariqamîşê jî gihîşt Gara Trenê ya Karsê ku bi dronê va wêneyê wê hat kişandin.
Piştî karên wê yê li Garê ew ber bi Axilkeleka bajarê Gurcistanê bi rê ket.
Hin rayedaran û xebatkarên rêya hesin tren bi rê kirin.
Trena di navbera Tirkiye û Çînê da wê rêya Erzurum, Erzincan û Karsê bi kar bîne û şev jî derkeve dervayî welêt.
Li dervayî welêt jî trenê rêya Gurcistan-Azerbeycan-Behra Hezarê-Qazakistan û Xiya bajarê Çînê bişopîne.
Trena bi hevkariya TCDD û Pasîfîk Eurasîayê diçe wê 2 parzemînan, 2 behran û 5 welatan derbas bibe û bigîhîje Çînê.
AA