"Trêna Qenciyê" ya duduyan a amûrên alîkariyê dibe Efxanistanê bi merasimê hat rêwîkirin

"Trêna Qenciyê" ya duduyan a amûrên alîkariyê dibe Efxanistanê bi merasimê hat rêwîkirin

Amûrên alîkariyê yên di kordinasyona Serokatiya Rêveberiya Rewşa Acil û Afatê (AFAD) da bi piştgiriya 16 saziyên civaka civîl hatin komkirin bi "Trêna Qenciyê" ya ji 45 konteyneran pêk tê ji Enqereyê hat rêwîkirin ku here Efxanistanê.

Ji bo sefera duduyan a Trêna Qenciyê li Gara Têrênê ya Enqereyê merasim hat lidarxistin.

Alîkarê Wezîrê Karên navxweyî Îsmaîl Çatakli û Alîkarê Wezîrê Gihandin û Binesaziyê Enver Îskurt, Serokê AFADê Yunus Sezer, Midûrê Giştî yê TCDDyê Hasan Pezuk û nûnerên saziyên civaka sivîl beşdarî merasimê bûn.

Çatakli di merasimê da axivî û diyar kir ku bi telîmata Serokomar Recep Tayyîp Erdogan va di kordinasyona AFADê da bi piştgiriy saziyên civaka sivîl va amûrên alîkariyê hatin komkirin û Wezareta Gihandin û Binesaziyê alîkarî da.

Çatakli destnîşan kir ku sefera ewil a Trêna Qenciyê gihîşt Efxanistanê, dest bi belavkirina alîkariyê dikin, bi hewla saziyên civaka sivîl dewama Trêna Qenciyê ew ê were.

Piştî dia trên hat rêwîkirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE