"TRT Balkan, dê bi xeta xwe ya bi navendkirina mirovan bibe piştevanê aşitiya herêmî û kurewî"

"TRT Balkan, dê bi xeta xwe ya bi navendkirina mirovan bibe piştevanê aşitiya herêmî û kurewî"

Serokê Ragihandina Serokomariyê Fahrettîn Altun got, "TRT Balkan, dê bi xeta xwe ya bi navendkirina mirovan bibe piştevanê aşitiya herêmî û kurewî digel îstiqrarê. Helbet TRT Balkan dê tezên welatê me micadeleya welatê me, lêgerîna heqîqetê ji erdnîgariya Balkanê re bi awayekî rast û dirust vebêje, veguhêze."

Altun li Otela Grand Anakarayê beşdarî Bernameya Danasîna Platforma Nûçeyan a Dijîtal a TRTê bû û gotarek pêşkêş kir.

Altun di axaftina xwe de hêviya wê yekê kir ku ev proje ji Tirkiyeyê re, herêmê re û hemî cîhanê re xêr û xweşiyê bîne. Herwiha hêviya wê yekê jî xwest ku TRT Balkan bi awayekî serkeftî û dirêjmawe di weşanê de bimîne.

Altun destnîşan kir ku Saziya Radyo û Televizyonê ya Tirkiyeyê (TRT) li ser 3 binemayên serekî weşana xwe didomîne û got, "Beriya her tiştî TRT bi berdewamî li ser esasê nûjeniyê ye, ya duyem helwesta sazîbûna hêzdar ji xwe re kiriye esas û weke sêyemîn jî li ser binemaya geşeya vîzyoner disekine. Ev proje bercestebûna van hersê binemyan e."

Altun herwiha got, "TRT Balkan, dê bi xeta xwe ya bi navendkirina mirovan bibe piştevanê aşitiya herêmî û kurewî digel îstiqrarê. Helbet TRT Balkan dê tezên welatê me micadeleya welatê me, lêgerîna heqîqetê ji erdnîgariya Balkanê re bi awayekî rast û dirust vebêje, veguhêze."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE