“TRT ji bo çand û hunerê piştgirîyê dide hemû mihrîcanan"

Fîlma “Anons” bi ser ket, “Kevok”ê 5 xelat wergirtin...

“TRT ji bo çand û hunerê piştgirîyê dide hemû mihrîcanan"

Ber û bala sînemaya Tirkiyê, ev hefteyek e li Meletîyê bû. 8emîn mihrîcana fîlman a navneteweyî ya meletîyê, qediya. fîlmên “anons” û “kevok” her yekê 5 xelat girtin. Midûrê Giştî Yê TRT’ê Îbrahîm Eren jî di bernameya dawî de xelat da…

8emîn Mihrîcana Fîlman a Navneteweyî ya Meletiyê xilas bû.

Şaredarê Bajarê Mezin ê Meletîyê Hecî Uğur Polat got, me mihrîcaneke pir hêja çêkir.

Derhêner Resul Îranzad: “Mihrîcana Meletîyê yek ji mihrîcanên welatê me yên herî girîng e. Ji niha pê de em mecbûr in ku vê serkeftinê zêdetir pêş de bibin.”

Şêniyê Meletiyê di festîvalê de li gelek fîlman temaşe kir.

TRT jî hevpareke vê şahiya çandî bû.

Midûrê Giştî yê TRTê İbrahim Eren: “TRT ji bo çand û hunerê piştgirîyê dide hemû mihrîcanan. Li Meletîyê mihrîcanek hêja hat sazkirin. Ez hemû kedkarên festîvalê pîroz dikim.”

Di dawiya mîhrîcanê de merasîma xelatê hat lidarxisitin.

Di 32 beşanda xelat hatin belavkirin.

Fîlmên ‘Kevok û ‘Anons’ her yekê 5 xelat girtin. TRT jî diyari da 5 fîlman.

Dîroka nûkirinê: 16 Mijdar 2018, 17:44
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE