TRT Kurdiyê xelat girt

Waliyê Şirnakê ji bo bernameyên Remezanê xelat da TRT Kurdiyê...

TRT Kurdiyê xelat girt

TRT Kurdiyê, di remezanê de bernameyên taybet anîn ser ekranê. bernameyên “dema paşîvê” û “dema fitarê” li Şirnexê hatin kişandin. Waliyê Şirnexê Mehmet Aktaş jî hat seta bernameyê û plaket da TRT KURDIyê.

Bernameyên TRT Kurdiyê “Dema Paşîvê” û “Dema Fitarê” seranserê Remezanê li kampûsa Zanîngeha Şirnexê hatin kişandin.

Bi mêvanên giranbiha û lawijên ji hev xweştir hatin çêkirin.

Waliyê Şirnexê Mehmet Aktaş jî çû serdana ekîba TRT Kurdiyê û him ji kedkaran re spas kir, him jî plaket da wan.

Walî Aktaş got “bernameyên wisa ji bo danasîna bajêr pir girîng in.”

Dîroka nûkirinê: 04 Hezîran 2019, 16:02
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE