TRT li ber sînor operasyonê dişopîne

Midûrê Giştî yê TRT’ê İbrahim Eren çû sînor û rojnameger ziyaret kirin

TRT li ber sînor operasyonê dişopîne

Operasyona Kaniya Aştiyê ya li dijî rêxistinên terorî PKK/PYD Û DEAŞ’ê bi serkeftî dewam dike.

Li ber sînorê Sûriyê bi qasî 700 saziyên çapemeniyê yên naxweyî û biyanî vê operasyona girîng dişopînin.

TRT jî bi kanalên xwe yên wekî TRT Xeber, TRT Kurdî, TRT World, TRT Erebî operasyonê ji nêz ve dişopîne.

Malbata TRT’ê jî bi ekîba xwe ya ku bi dehan kesî pêk tê, geşedanên dawî kêlî bi kêlî tîne ser ekranê.

Midûrê Giştî yê TRT’ê Îbrahîm Eren tevî Alîkarê Midûrê Giştî Erkan Durdu, Serokê Daîreya TRT Xeberê Yahya Bostan û Koordînatorê TRT Kurdiyê Mistefa Ekîcî çû sînor û rojnameger ziyaret kirin.

Di vê serdanê de Îbrahîm Eren got, divê hûn ji rojnamegeriyê hez bikin, lewra ne karekî hêsan e. Ya girîng dayîna agahiyên rast e. Ev yek ji bo morala gel jî girîng e. Ji bo vê jî karê ku hûn dikin bi qîmet e. Divê hûn ji rojnamegeriyê hez bikin, lewra ne karekî hêsan e. Bi taybetî ez spasî we dikim ku we fedakarî kir û hûn hatin vê derê. Hebûna we ji bo me bi girîng e.

Eren derbarê geşedanên dawî de ji rojnamegeran agahî wergirt.

Dîroka nûkirinê: 17 Cotmeh 2019, 12:19
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE