TRT World Forum dest pê dike

Forum wê di 21-22ê Cotmehê de li İstanbulê bê lidarxistin

TRT World Forum dest pê dike

“Di cîhana kurewî de polîtikayên nasnameyan”

“Di bin xeta agir de NATO: Gefên ewlehiyê yên nû”

“Kutşina Cemal Kaşıkçı: Gelo ev kuştin ji ber jepolîtikaya herêmî ye?”

Ev hemû mijar, ji hin mijarên TRT World Forum a 2019an e.

Sermijara forumê ya ku wê di 21 û 22ê Cotmehê de bê lidarxistin wiha ye: “Qeyrana Kurewîbûnê: Rîsk û Firsend

Foruma îsal cara sêyemîn wê bê lidarxistin, Serok Recep Tayyip Erdoğan jî wê di rûniştina taybet de behsa pergala kurewî bike.

Wezîrê Misilman ê ewil ê Hikûmeta Îngilistanê Sayeeda Warsi û Serokdewletê berê yê Brezîlyayê Dilma Vana Rousseff jî ji wan kesayetan in.

Gelek siyasetmedar, dîplomat, akademîsyen û rewşenbîr jî wê fikr û ramanên xwe yên derheqê siberojê de parve bikin.

TRT World Forum wek 2 roj û 8 rûniştinên giştî hat plankirin.

Di rûniştekê de jî wê mijara kuştina rojnamegerê Suudî Cemal Kaşıkçı bê nirxandin.

Di vê rûniştinê de wê namzedê serokkomariya Misirê yê berê Ayman Nour, Twakkoul Karmana ku xelata Nobelê standibû, Yasin Aktay û Turan Kışlakçı wê fikr û ramanên xwe parve bikin.

Di TRT World Forumê de wê zêdebûna nijadperestiyê, populîzm û şerên bazirganiyê jî ji aliyê pisporan ve bên nirxandin.

Derheqê “Ewropa û Qeyrana Penaberiyê” û “Tunus: Riya demokrasiyê ya dijwar” de jî wê rûniştinên taybet bên lidarxistin.

TRT World Forum wê di 21 û 22ê Cothmehê de li Navenda Kongreya Stenbolê bê lidarxistin.

Dîroka nûkirinê: 21 Cotmeh 2019, 16:13
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE